Fermandariya Hêzên Deryayî ya Îranê û 9 keştiyên wê hatine têkbirin

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan fermandariya hêzên deryayî ya Îranê bi asteke mezin rûxandine û neh keştiyên Îranê îmha kirine.

Serokê DYA’yê Donald Trump, di parvekirina xwe ya li ser Truth Social de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê neh keştiyên Îranê îmha kirine. Trump got: "Vê gavê agahî gihîşt min ku me 9 keştiyên Îranê îmha kirine û noqî avê kirine; hin ji van keştiyên mezin û girîng bûn."

Trump diyar kir ku êrîşên li dijî keştiyên mayî berdewam dikin û wiha got: "Em li dû yên din in û ew jî dê di nêz de li binê deryayê bin" Her wiha wî da zanîn ku di êrîşeke cuda de, biryargehên deryayî yên Îranê jî bi piranî hatine rûxandin.